Li Îtalyayê pira 100 metreyî hilweşiya

Li bajarê Genoa ya Îtalyayê pira li ser cadeya giştî hilweşiya û di encamê de gelek kesan canê xwe ji dest dan û birîndar bûn.

Pira li bajarê Genoayê ji ber sedemeke nediyar ji nişkave hilweşiya. Piştî bûyerê gelek tîmên hawarçûna lezgîn gihiştine herêmê.

 

Hate gotin ku pir 40 metre bilind bûye, di sala 1960î de hatiye avakirin û bi ketina pirê, bi dehan otomobîl û mirovên li ser û bin pirê, ziyan dîtine.

 

Li gorî çapemeniya wî welatî di bûyerê de herî kêm 20 kes mirin. Ajansa fermî ya Îtalyayê Adnkronos jî ragihand, ku heta niha mirina 12 kesan hatiye piştraskirin.

 

Wezîrê Gihandinê yê Îtalyayê ev bûyer wek, “trajediyeke erjeng” binav kir.

 

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin