Li Îtalyayê keştî bin av bûbû: 35 term hatin dîtin

.

Termên 35 koçberên ku li Îtalyayê di keştiyekê de bin av bûbûn hatin dîtin.

Li gorî agahiyên herî nû, 11 koçber jî hatine rizgarkirin û li nexweşxaneyan tên dermankirin.

17ê Hezîranê keştiyeke penaberan li Îtalyayê bin av bûbû.

Nûnera Herêma Kurdistanê ya Îtalyayê Rêzan Hemesalihê dabû zanîn ku praniya wan penaberên di keştiyê de Kurd bûn.

Hat ragihandin ku 35 term ji avê hatine derxistin û 11 koçber jî hatine rizgarkirin.

Li gorî agahiyên Rûdawê, 3 kesên ku hatine rizgarkirin ji bajarên Hewraman, Bokan û Mehabadê yên Rojhilatê Kurdistanê ne.

Mujde Umera ku hatiye rizgarkirin jî ji Hewlêrê ye û kurê wê Mîran jî hatiye rizgarkirin.

Li gorî agahiyên ku bi destê Rûdawê ketine, di nav wan 35 termên ku ji avê hatine derxistin de Kurd jî hene.

Ruya Mihyedîniya 22 salî ya ji bajarê Paweyê yê Rojhilatê Kurdistanê jî hatibû rizgarkirin.

Rojhilta Navîn Haberleri

Pûtîn peymana hevkariya bi Îranê re îmze kir
Dujarric: Peyama NYyê ya ji bo Şeybanî avakirina welatekî mozaîk e
Gera yekem a hevdîtinên Amerîka û Îranê bî dawî bû
Serok Barzanî û Mezlûm Ebdî bi telefonê axivîn: Naverok eşkere bû!
Fransayê kuştina Elewîyên Sûriyê şermezar kir û banga lêkolîneke bêalî kir