“Li Iraqê ti hikûmetek bêyî kurdan bi ser nakeve”

Pisporekî sîyasî dibêje, li Iraqê ti hikûmetek bêyî kurdan bi ser nakeve, serokwezîrê nû jî vê yekê dizane.

Navenda Nûçeyan - Zêdebarî wê yekê ku serokwezîrê nû yê Iraqê hatîye destnîşankirin lê hîn xebatên pêkanîna hikûmeta nû dest pê nekirine.

Pisporê sîyasî û berpirsê kolêja zanistên sîyasî li zankoya Selahedîn ya Hewlêrê, Dr. Kawan Îsmaîl ji malpera fermî ya PDKê re gotîye, ti kabîneyeka hikûmeta Iraqê bêyî kurdan û Herêma Kurdistanê serkeftî nabe.

Dr. Kawan Îsmaîl her wiha gotîye, serokwezîrê nû yê Iraqê Mihemed Tofîq Ellawî jî vê yekê dizane, ji ber wê jî dixwaze bi kurdan re li ser pêkanîna hikûmeteka serkeftî li hev bike. Ewê di rojên bê de berê xwe bide Herêma Kurdistanê da ku piştevanîya kurdan û Herêma Kurdistanê bo kabîneya xwe bi dest bîne.

Bi gotina wî pisporê sîyasî, Iraq ji du pişkan pêk hatîye; pişka yekem federalbûn e û pişka din jî Herêma Kurdistanê ye ku li gorî Destûra Iraqê û qanûnên navdewletî, xwedan taybetmendîyên xwe ye.

Basnews

 

Siyaset Haberleri

Netanyahu: Em li Sûriyeyê rê nadin hebûna leşkerî ya Tirkiyeyê
Mesrûr Barzanî: Vekişandina Patriotan Herêma Kurdistanê dixe bin metirsiyê
Mesrûr Barzanî: Me ti gef li cîranên xwe nekiriye, ji Îranê bipirsin bê çima êrîş dikin
Dadgeha Federalî ya Iraqê pênc giliyên li dijî Herêma Kurdistanê red kirin
Dezgeha Asayîşê ya Herêma Kurdistanê 7 terorîstên DAIŞê girtin