Dema ku Îran ket nav şerê sala 2026an, aboriya wê ji beriya niha ve gelekî qels bûbû. Sedemên vê yekê dorpêçên 40 salî, daketina berdewam a nirxê pereyan û qelsiya sîstema darayî bûn. Qelsiya aboriyê gihîştibû asteke wisa ku Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan çend caran behsa karesata aboriya Îranê kir.
Ew şerê ku Amerîka û Îsraîlê 28ê Sibata 2026an li dijî Îranê dest pê kir, krîza berê kir karesateke kûr a aborî.
Heta 6ê Gulana 2026an ev nirxandin amarên herî nû ne. Ev amar ji Fona Pereyan a Navneteweyî (IMF), Ajansa Enerjiyê ya Navneteweyî (IEA), Oxford Economics, Rystad Energy, Enstîtuya Rojhilata Navîn, CNBC, National News û çendîn çavkaniyên din hatine berhevkirin.
Li gorî lêkolînên aborî, çaverêkirina ji bo peymaneke bingehîn a di navbera Amerîka û Îranê de zêde bûye. Tê payîn ku di nava 48 demjimêran de peymanek çêbibe.
Ev yek ne encama têkçûna leşkerî ya Îranê ye, belkî zêdetir ji ber herifîna aboriyê ye. Ji ber vê yekê Îran amade ye li ser hinek dosyeyan dan û standinê bike û bigihîje peymanekê ku berê nedixwest peymanê li ser bike.
Enstîtuya Rojhilata Navîn Nîsana 2026an li ser rewşa aboriya Îranê daxuyaniyek da. Enstîtuyê got, "Îran niha di rewşeke aborî ya bêhempa de ye. Her meheke zêde ya şer dikare aboriya wê zêdetirî 5 salan bi paş ve bibe. Ev yek jî dê bandoreke pir xirab li weberhênan û berhemanînê bike."
Sektora Enerjiyê
Balafirên şer ên Îsraîlê 18ê Adara 2026an êrişî Qada Gaza Parsa Başûr a li Eseluyeyê kir. Ev qad qada herî mezin a gaza xwezayî ya cîhanê ye. Ew qad nêzîkî ji sedî 70yê gaza navxweyî ya Îranê hildiberîne. Li gorî dîmenên satelaytan, hatiye piştrastkirin ku herî kêm zerer gihiştiye 4 beşan.
Ji ber êrişê li 2 rafîneyan hilberîn hat rawestandin. Kapasîteya van rafîneyan bi hev re rojane 100 milyon metre sêca bû. Li Kompleksa Bendera Îmamê jî xebatên qonaxên 3-6an hatin rawestandin da ku agir belav nebe. Berpirsên Îranê piştrast kir ku tenê ji ber vê êrişê hilberîna gaza niştimanî ya Îranê ji sedî 12 kêm bûye.
Binesaziya depokirina petrolê ya li Girava Xarkê û termînalên sotemeniyê yên li Tehran û Kerecê jî 7 û 13ê Adarê ji aliyê balafirên Îsraîlê ve bûn armanc. Kompleksa Petrokîmyayê ya Bendera Îmamê ya li Mahşehrê jî yek ji wan cihan bû.
Ev kompleks mezintirîn saziya petrokîmyayê ya welêt e ku nêzîkî 30 milyar dolarî weberhênan lê hatiye kirin. Ev kompleks di nav 8 kargehên ku balafirên Îsraîlê 4ê Nîsanê lê dabûn de bû.
Dezgeh | Cure | Rewşa zereran | Dema pêşbînîkirî ya ji bo çêkirinê |
Qonaxên 3-6an ên Parsa Başûr | Gaza Xwezayî / LNG | Zererên giran gihiştinê, hilberîn sekinî ye | 2-4 sal |
Kompleksa Petrokîmyayê ya Bendera Îmamê | Petrokîmya (Mezintirîn li Îranê) | Zererên giran gihiştinê, weberhênana 30 milyar dolarî di metirsiyê de ye | 3-5 sal |
Herêma Pîşesaziyê ya Mahşehrê | 8 kargehên petrokîmyayê | Çendîn yekeyên wê wêran bûn | 3-5 sal |
Termînala Petrolê ya Girava Xarkê | Navenda hinartina petrola xav | Zerergihiştina binesaziyê hat piştrastkirin | 12-18 meh |
Depoya Sotemeniyê ya Tehran/Kerecê | Depokirin û belavkirina sotemeniyê | 7ê Adarê hat armanckirin, beşek jê ji kar ket | 6-12 meh |
Santralên Karebayê yên Bendera Mahşehrê | Hilberîna karebayê ji bo herêma petrokîmyayê | 2 yeke wêran bûn, karebaya hemû herêmê qut bû | 18-24 meh |
Daketina hilberîn û hinartina Petrolê
Di hefteyên destpêkê yên şer de adarê hilberîna petrola xav a Îranê neguherî. Hilberîn rojê di asta 3,6 milyon bermîlan de cîgir ma.
Ev yek jî bi saya kapasîteya depokirinê ya li ser bejahiyê pêk hat. Lê belê dorpêça deryayî ya ku Amerîkayê ji 13ê Nîsanê ve sepand, hinardekirin bi lez daxist.
Hinartina petrola xav a ku di Tengava Hurmizê re derbas dibû meha Adarê li gorî Sibatê rojê 440 hezar bermîl kêm bû. Hinardekirin daket 1,8 milyon bermîlên rojane.
Oxford Economics pêşbînî dike ku tenê dorpêça deryayî dikare dahata hinartina Îranê ji sedî 70 kêm bike. Îranê dest bi kêmkirina hilberînê kiriye.
Depoyên li bejahiyê ber bi tijîbûnê ve diçin. Her wiha barkirina keştiyên petrolê bêyî gihîştina nav deryayên navneteweyî, dibe nemimkun.
Rapora Bazara Petrolê ya Ajansa Enerjiyê ya Navneteweyî (Nîsana 2026an) da zanîn ku veguhastina petrolê ya di Tengava Hurmizê re hîn jî sînordar e. Senaryoya bingehîn pêşbînî dike ku ev yek tenê Gulana 2026an hêdî hêdî dest pê bike.
Birêvebirê Cîbicîkar ê Vitolê Russell Hardy 21ê Nîsanê ragihand ku ew pêşbînî dikin milyarek bermîl petrol ji ber şer ji dest biçe. Hardy piştrast kir ku heta 21ê Nîsanê piştî şer kêmbûna petrolê di navbera 600 û 700 milyon bermîlan de ye.
Sektora pîşesaziyê
Tê texmînkirin ku ji ber êrişên li ser dezgehên polayê yên li parêzgehên Xuzistan û Îsfehanê 10 milyon ton ji kapasîteya hilberîna salane ji kar ketiye (Iran News Update, Gulana 2026an).
Ev yek jî dike ji sedî 25 heta 30ê tevahiya hilberîna polayê ya Îranê ku salane 31,9 milyon ton e. Şirketa Polayê ya Xuzistanê û Polaya Mubarekeyê, du hilberînerên herî mezin ên Îranê ne. Hatiye piştrastkirin ku hilberîna her duyan jî kêm bûye û karê wan sekiniye.
Ya herî girîng ew e ku ji sedî 49ê pişkeyên Polaya Xuzistanê di destê Holdînga Yasê de ne. Ev holdîng jî ser bi Dezgeha Teawuniya Îslamî ya Supaya Pasdaran ve ye. Ango ev êriş bi taybetî ji bo zerergihandina binkeya aborî ya Supaya Pasdaran hatibûn plankirin (Foruma Rojhilata Navîn, Nîsana 2026an).
Lêdana kargehên polayê bûye sedema kêmbûna madeyên xav di pîşesaziyên din de. Wekî mînak pîşesaziya otomobîlan jî tûşî vê kêmasiyê bûye. Sektora avahîsaziyê sekiniye. Çêkirina binesaziya enerjiyê ku ji bo asayîkirina hilberînê pêwîst e, hewcedarî polayê ye lê pola êdî li navxwe bi dest nakeve.
Wezareta Enerjiyê ya Îranê piştrast kir ku bikaranîna karebaya niştimanî ji sedî 18 kêm bûye. Ev jî nîşaneke zelal e ku kertên pîşesaziyê yên ku ji sedî 40ê karebayê bi kar dianîn, karên xwe gelekî kêm kirine.
Hinartina petrokîmyayê sekinî
Kapasîteya teorîk a hilberîna petrokîmyayê ya Îranê salane 96 milyon ton e û kapasîteya rastîn jî 72 milyon ton e. Îran bi vê kapasîteyê di asta herêmê de piştî Siûdiyê di rêza duyem de ye. Sektroa petrokîmyayê ya Îranê beriya şer salane di navbera 13 û 17 milyar dolaran de dahat bi dest dixist (Foruma Rojhilata Navîn).
Êrişên 4ê Nîsanê yên li ser 8 kargehên herêma pîşesaziyê ya Mahşehrê, di nav de Kompleksa Petrokîmyayê ya Bendera Îmamê jî, ev kert bi tevahî da rawestandin. Du yekeyên hilberîna karebayê yên li Mahşehrê jî di heman demê de hatin wêrankirin ku ev jî bû sedema qutbûna karebaya hemû herêmê.
Alîkarê Serokê Lêkolînên Cîhanî yê Şirketa S&P Global Energy Walt Hart li ser vê mijarê axivî. Wî got, "Nêzîkî 29 milyon ton ji kapasîteya hilberîna etîlenê ku ji tevahiya 232 milyon tonên li cîhanê ye rasterast dikeve nav herêma şer."
Geştên asmanî
Zererên mezin gihiştin gelek balafirgehên sereke yên Îranê yan jî ew ji kar ketin. Îran bi sekinîna beşeke geştên asmanî yên bazirganî re rûbirû ma. Ev yek jî ji ber nemana geştên asmanî aboriya giştî biçûk dike. Her wiha zerereke mezin dide zincîra dabînkirinê.
Foruma Rojhilata Navîn texmîn dike ku beriya şer nêzîkî ji sedî 15ê hat û çûna asmanî ya cîhanê di balafirgehên herêmê re dihat kirin. Niha ew der bûne herêma şer û zererên cidî gihiştine wan. Di vê navberê de zererên balafirgehên Îranê ji yên her welatekî din zêdetir in.
Sektora bankan
Îflaskirina Banka Ayendeyê Kanûna Pêşîn a 2025an, beriya destpêkirina şer, qelsiyên kûr ên sektora bankan a Îranê eşkere kirin. Sîstema krêdiya bazirganî ya taybet, ku li ser bingeha deynên bankan hatibû avakirin, piştî şer herifî.
Desthilata dadweriyê amaje bi derengketina vegerandina deynên bankan kir. Ji ber vê yekê bankan bi tevahî dayîna deynan rawestand. Vê yekê jî sermayeya pêwîst ji bo navendên bazirganiyê nehişt.
Kanala darayî ya sereke ya Îranê ya di ser Dubaiyê re piştî êrişên li ser Dubaiyê qut bû. Tê texmînkirin ku nirxê salane yê vê kanalê di navbera 16 û 28 milyar dolaran de ye di dan û standinên bazirganî û diravî de.
Bazirganî û amarên gumrikê
Amarên nû yên Gumrika Îranê (ku dawiya Nîsana 2026an hatin belavkirin), qelsbûna bazirganiya derve ya Îranê di meha yekem a şer de nîşan didin. Zêdetirî ji sedî 90ê bazirganiya salane ya Îranê di Tengava Hurmizê re derbas dibe. Dorpêça Amerîkayê û girtina Tengavê, piraniya dahata hinarde û hawirdeya Îranê birî.
Hikûmeta Îranê bi eşkereyî radigihîne ku zincîreyên dabînkirina xwarinê kar dikin û ji sedî 85ê berhemên çandiniyê li navxwe tên hilberîn (CNN, Nîsana 2026an). Lê belê, raporên meydanî yên ji Tehranê berevajiyê vê yekê dibêjin.
Şênî dibêjin ku nirxên mirîşk, birinc, hêk û dermanan 3 heta 4 qatan zêde bûne. Amarên fermî yên enflasyona xwarinê berê nîşan dabû ku bilindbûna nirxê xwarinê ji sedî 112 derbas kiriye. Her wiha tenê nirxê rûn ji sedî 200î zêdetir bûye.
Koma Zereran
Xişteya li jêrê koma zererên aborî yên Îranê yên ji ber şer nîşan dide ku ji aliyê dezgehan ve hatiye amadekirin.
Polênkirina Zererê | Texmîna herîkêm | Çavkanî |
Zererên rasterast ên binesaziyê | 200 milyar dolar | Berdevka Hikûmeta Îranê Muhaceranî |
Zerera dahata hinardeya petrolê (2026) | 21 milyar dolar | Oxford Economics, Nîsana 2026an |
Zerera hinardeya petrokîmyayê (2026) | 10 milyar dolar | Foruma Rojhilata Navîn, S&P Global |
Zerera kapasîteya kertê polayê (salane) | 3 milyar dolar | Iran News Update / Texmînên MEFê |
Zerera biçûkbûna aboriyê GDP (2026) | 25 milyar dolar | Pêşbîniya Aborî ya Cîhanî ya IMF, Nîsana 2026an |
Qutbûna kanala darayî ya Dubaiyê | 16 milyar dolar | Banka Navendî ya Îranê |
Têkçûna sîstema bankan/krêdiyê | 5 milyar dolar | MEI |
Zerera berhemdariya kar (2 milyon kar) | 4 milyar dolar | Alîkarê Wezîrê Kar ê Îranê |
Mesrefa çêkirina binesaziya enerjiyê (herêmî) | 34 milyar dolar | Rystad Energy, Nîsana 2026an |
Koma giştî ya zerera aborî ya texmînkirî ya ji bo Îranê ji ber şerê 2026an, li gorî xişteya jorê di navbera 284 milyar û 456 milyar dolaran de tê texmînkirin. Ev yek jî tê wateya ji destçûna ji sedî 60 heta 96ê Haserê Navxweyî yê Xav (HNH) ê Îranê yê beriya şer.
Rudaw