Li Îranê di sazîya atomî ya Netenz teqînek pêkhatîye

Îro 02.07.2020ê berdevkê rêxistina atomîya Îranê pêkhatina teqînekî li sazîya atomîya Netenz a li bajarê Îsfahanê piştrast kir.

Vê derbarê de malpera İSNA ya Îranê bi zimanê berdevkê rêxistina atomîya Îranê Behrûz Kemalwendî ve ragehand, ku bûyera teqînê li yek ji hewşên sazîya atomîya Netenz pêkhatîye, lê ti zîyaneke canî çênebûye.

Hîn rastîya vê bûyerê ku berpirsên fermî yên Îranê wek bûyer pênase dikin ne dîyare û sedemê wê jî nehatîya ronahî kirin.

Li gor gotinên Kemalwendî xwedê girawî ew cîhê ku teqîn lê pêkhatîye, ji nû ve tê çêkirin û nûjen kirin û ti pirsgirêk ji ber wê teqînê di çalakîyên wê sazîya atomî de çênebûye.

 

Rojhilta Navîn Haberleri

Sûriye û Urdin hişyariyê didin Iraqê
Serokwezîrê Iraqê gefên destberdana ji kar dike
SpaceXê ji bo Starlinkê serî li Hikûmeta Herêma Kurdistanê da
Amerîka: Tengava Hurmizê vekirî ye û Îran wê kontrol nake
Îraq, Sûriye û Amerîka li hemberî Tengava Hurmizê dê peymana xeta boriyê ya nû îmze bikin