Li Îranê 3 car li pey hev erdhej qewimîn

.

Li başûrê Îranê vê sibê sê car li pey hev erdhej rûda, li gor amaran 5 kesan canê xwe ji dest dan û 39 kes jî birîndar bûn.

 Li başûrê Îranê vê sibê sê car li pey hev erdhej rûda, li gor amaran 5 kesan canê xwe ji dest dan û 39 kes jî birîndar bûn.

Parêzgarê Hurmuzgan Mehdî Dostî di civîneke çapemeniyê de ragihand: “Ji ber erdheja vê sibê, heta niha 5 kesan canê xwe ji dest dan û 39 kes jî birîndar bûn.”

Mehdî Dostî destnîşan kir: “Ziyana herî mezin li gundê Sayexoş ê ser bi Bender Xemîr ketiye û 300 xaniyên welatiyan bi temamî zirar dîtine.”

Parêzgarê Hurmuzgan dibêje, erdhejê zirar daye jêrxana navçeyan, bi taybetî li rê, pir û xetên veguhestina elektrîkê.

Li gor çavkaniyên nûçeyan, hêza du erdhejan 6.1 pile û erdhejek jî bi hêza 6.3 pile qewimiye û li Îmaratê jî hatiye hîskirin.

Rojhilta Navîn Haberleri

Îran: Peymana bi Amerîkayê re îro nayê îmzekirin
Tehran tevlihev bû: Li Îranê krîza peymana bi Amerîkayê re û bangên îstifayê
Sûriye dixwaze bibe alternatîva Tengava Hurmizê
Li Mêrdînê pêşangeha alternatîv a pirtûkên Kurdî hat vekirin
Îran bi lezgînî tunelên xwe yên mûşekan nûjen dike