Li Îranê 121 kesên din ji ber Koronayê mirin

Li Îranê 121 kesên din bi vîrusa Koronayê mirin û nêzîkî 2 hezar kes jî pê ketin.

Navenda Nûçeyan - Berdevkê wezareta tenduristîya Îranê, dr. Kîyanûş Cehanpûr ragihand, di heyama 24 saetên borî de 121 kesên din ji ber Koronayê mirine û hejmara mirîyan gihîştîye 3993 kesan.

Dr. Cehanpûr her wiha da zanîn, di heyama 24 saetên borî de têsta Koronayê ya 1997 kesan jî pozîtîf derketîye û hejmara berkeftîyan gihîştîye 64 hezar û 586 kesan.

Bi gotina wî berpirsê Îranî, heta niha 29 hezar û 812 nexweş jî baş bûne û nêzîkî 4 hezar nexweş jî di bin çavdêrîya tund de ne.

Rojhilta Navîn Haberleri

Lapid ji ber 'plana Kurdan' rexne li Netanyahu girtin
Îran: Peymana bi Amerîkayê re îro nayê îmzekirin
Tehran tevlihev bû: Li Îranê krîza peymana bi Amerîkayê re û bangên îstifayê
Sûriye dixwaze bibe alternatîva Tengava Hurmizê
Li Mêrdînê pêşangeha alternatîv a pirtûkên Kurdî hat vekirin