Li tora civakî, bikarhênerên herêmî, hinek wêne û vîdeoyên teqîna li kolana Selasînê ya li bajarê Îdlibê çêbûye parve kirin.
Hate ragihandin ku herî kêm 30 kes hatine kuştin û nêzîkî 70 kes jî birîndar bûne.
Hate gotin armanca teqînê, baregeha "Ecnad el Qoqaz" bû ku li kolana Selasînê ye û di encamê de agirekî mezin derketiye.
Her wiha tê gotin, teqîn, di encama êrîşeke xwekujî ya bi otomobîleke bombebarkirî pêk hat.