Li Idlibê leşkerekî artêşa Tirkiyê hat kuştin

.

Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê ragihand ku li Idlibê karwanekî artêşa welatê wan ketiye ber êrîşeke mûşekî û di encam de leşkerek hatiye kuştin û 4ê din jî birîndar bûne.

Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê îro Sêşembê 11ê Gulana 2021ê li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand ku roja 10ê Gulana 2021ê li devera Operasyona Mertalê Firat “Idlib” karwanekî lojîstîkî yê artêşa Tirkiyê ketiye ber êrîşeke mûşekî.

Li gor daxuyaniyê  di encama êrişê de leşkerek hatiye kuştin û 4ê din jî birîndar bûne û herwiha leşkerên birîndar yekser bo nexweşxaneyê hatine veguhestin.

Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê amaje bi wê yekê daye ku piştî êrîşê hêzên artêşa Tirkiyê li armancên destnîşankirî dane.

Alîkarê Serokkomarê Tirkiyê Fuat Oktay jî li ser hesabê xwe yê Twitterê sersaxî ji malbata leşkerê kuştî û gelê Tirkiyê re xwest û hêvî kir birîndar zû baş bibin.

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye