Li Idlibê êrîşê erebeyekî kirin: 7 kes mirin û 3 kes birîndar bûn

.

Li Sûriyê li bajarê Idlibê hêzên rejîma Sûriyê bi roketê êrîşê ser erebeyekî kirine û di encamê de 3 ji wan zarok 7 kes jiyana xwe ji dest dan û 3 kes birîndar bûn. Êrîş li devera Alnajia hatiye kirin û hêzên Şamê bi fuzeya tîpa kornetê ya 9 M133 ê li erebê xistine.

Li gor ragihandina medya Kurdistanê erebe ya malbatekiye û piştî êrîşê, tîmên parastina sîvîl birîndaran birine nexweşxanê. Di nav kesên mirine de yek ji wan mamosteye û rêvebiriya beşa perwerdê dikir.

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye