Li Idlibê 2 çekdarên girêdayî dewleta Tirkiyê hatin kuştin

.

 Li Idlibê 2 çekdarên girêdayî dewleta Tirk, di encama topbarana hêzên Hikûmeta Şamê de hatin kuştin.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan diyar kir, vê sibehê dîsa hêzên Hikûmeta Şamê gundewarên başûrê Idlibê topbaran kirin.

Li gorî çavdêriyê, di topbarana li ser Ebdîta de, 2 çekdarên dewleta Tirk hatin kuştin û hin jî birîndar bûn.

Hemwextî topbaranê, balafirên şer û keşfê li ser çiyayê Zawiyê digeriyan.

Herwiha hêzên Hikûmetê erebeyek sivîlan li Rojhilatê Zeyadiyê li sehil El-Xab kirin armanc. Lê ti agahî li ser wendahiyên mirovî nehat bidestxistin.

Heman çavkaniyê destnîşan kiribû, do gelek moşekên hikûmetê li derdora xalên Tirkiyê li gundê Sercê ketin.

Tirkiyê jî bersiva êrîşan da û gelek xalên hikûmetê kirin armanc.

Kurdistan Haberleri

Cezayê sêdaredanê bo Wesîm Esed hat derxistin
Zêrkerên Amedê li hemberî êriş û diziyan rabûn ser pêyan
PWK: Em êrîşa terorî ya li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar dikin
Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin