Li Îdirê îşkenceya polîs û nobedaran

.

 Li taxa Sogutlu ya girêdayî navenda  Îdirê, di 19'ê Gulanê de, polîs û nobedaran Emre Sabûr (19) û Kerîmcan Elalmiş (16) ên bi şev derve debûn, îşkence kirin. 


Li taxa Sogutlu ya girêdayî navenda Îdirê, di 19'ê Gulanê de, polîs û nobedaran, Emre Sabûr ê 19 salî û zarokê 16 salî  Kerîmcan Elalmiş ên bi şev derve de bûn, rawestandin û nasnameya wan di GBT'ê re derbas kirin. Nobedaran bi hinceta qedexeya derketina derve dijûn li ciwanan kirin. Ciwanan jî bertek nîşanî nobedaran dan. Nobedaran, li ser berteka ciwanan, qirika Kerîmcan Elalmiş ê 16 salî guvaştin û dûre ji nêz ve gaza îsotê berdan rûyê Elalmiş û Sabûr. Gelek polîs û noberên cihê bûyer bûn, Sabûr û Elalmiş paşve kelepçe kirin û dest bi lêdana wan kirin.
 
Welatiyên derdorê bertek nîşanî polîs û nobedaran dan. Nobedar û polîsan berê çekan dan welatiyên bertek nîşanî wan dan û dijûn ji wan re gotin. Sabûr û Elelmiş ên dûre hatin binçavkirin, birin Miduriyet Polîsan a Îdirê. 2 kesên ku heya serê sibê dibin çavan de man, piştî kontrola tenduristiyê, bêyî ku rapora darbkirinê ji bo wan bê dayîn teslîmî malbatên wan hatin kirin. Hat diyarkirin ku dema polîsan 2 kes teslîmî malbatên wan kirine jî, heqaret li wan kirine û dijûn ji wan re gotin.
 
Hat destnîşankirin ku malbatan, dûre zarokên xwe birine  nexweşxnaeyê û rapora lêdanê girtine. Malbatên ku rapor girtin, derbarê polîs û nobedaran de gilî kirin.
MA

 

Kurdistan Haberleri

Iraqê piştî 30 salan 2 baregeh li ser sînorê Tirkiyê ava kirin
Zanyarên Ewlehiyê: Ji navxweya Îraqê êrîşî Zeviya Kormorê ya Gazê hatiye kirin
Parêzgarê Dihokê û tîma Dihoksporê Amedspor pîroz kir
Efrîn di bin dagîrkeriyê de (285)
Serokê Giştî yê PWKê Mustafa Ozçelîk: Em AmedSporê Pîroz Dikin