Li Hindîstanê , ji ber germê 78 kes mirin!

Ji ber li Hindîstanê germa demsalê jorî asta asayiye, li eyaleta Bihar a Hindîstanê hejmara kesên jiyana xwe ji dest da, du rojan de geheşt 78 kesan. Li eyaletê dibistan hatin betlane kirin.

Ji ber li Hindîstanê germa demsalê jorî asta asayiye, li eyaleta Bihar a Hindîstanê hejmara kesên jiyana xwe ji dest da, du rojan de geheşt 78 kesan. Li eyaletê dibistan hatin betlane kirin.

Li gor rêveberiya herêmî ya eyaleta Biharê, li eyaletê ji ber pêla hewayê germ di wan du rojan de hejmara kesên ku jiyana xwe ji dest dan gehaştiye 78 kesan.

Rayedarên hikûmetê bang li gel kirin, ji ber germa zêde ji malên xwe dernekevin û qasê bikarin tiştên şil û avê vexon û dibistan jî dê heta roja 22ê meha Hezîranê girtî bin.

Li Hindîstanê ji destpêka meha Hezîranê ve heta naha hejmara kesên ku ji ber germê jiyana xwe ji dest dane geheşt 184 kesan.

Cîhan Haberleri

Rojnameya herî kevn a cîhanê çapa xwe ya kaxezê radiwestîne
Xelata Aştiyê ya Nobelî dane mafparêzên ji Belarûs, Rûsya û Ûkraynayê
Xelata Wêjeyê ya Nobelî dane Annie Ernauxê
Nikolay GOGOL Nivîskarekî Ukraynayî an Rûsî ye?
Muzîkjen Mikis Theodorakisî koça dawî kiriye