Li Hîndistanê 89706 Pêketin û 1115 Mirinên ji Korona Hatine Ragihandin

Hîndistanê ragihand ku di nav roja borî de 89,706 bûyerên nû yên pêketina vîrusa korona hatin tomar kirin ku ew li seranser cîhanê hejmara herî bilind ya duyê ye.

Wezareta Saxlemîyê ragihand ku piştî pêketinên herî dawî, hejmara giştî ya tûşbûnên korona li wî welatî giheşt 4.37 mîlyonan.

Wezaretê da zanîn ku di 24 saetên dawî de 1,115 kesên din jî jiber korona mirin û hejmara giştî ya mirinan jî bû 73,890.

Hîndistan, li hemî dinê welatê duyê ye ku hejmara herî bilind ya pêketinên koronayê tê de tê dîtin û di hejmara bilinbûna mirinan de piştî Amerîka û Brezîlya welatê sêyê ye.

 

Siyaset Haberleri

Hewlêr pênc hezar kes bi kincên kurdî bo Rekorda Guinnessê kom bûn
Mehmet Kaya: Hinardeya Amedê ya Îraq û Herêma Kurdistanê ji sedî 42 kêm bûye
Marco Rubio: Heta ku komên ser bi Îranê ve êriş bikin dijminatî naqede
Balyozê Îranê: Em piştgiriya komkirina çekên grûpên çekdar dikin
Li Rojavayê Kurdistanê ji bo dayîna nasnameyan dest bi hevdîtinan tê kirin