Li Hezexê qeza: 4 kes mirin

.

Li ser rêya Hezexê qezayek çêbû. Di qezayê de 4 kesan jiyana xwe ji dest da û 2 kes jî birîndar bûn. 
 
Li ser rêya navçeya Hezex a Şirnexê 2 wesayît li hev qelibîn. Piştî qezeyê gelek ambulans sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Di qezayê de Abdûllah Dundar, Osman Bayat, Kezban Aşkin û Alî Bagatekîn jiyana xwe ji dest dan û yek jê zarok 2 kes jî bi giranî birîndar bûn.
 
Cenazeyê kesên jiyana xwe ji dest dan rakirin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê û ên birîndar jî dest bi tedawîkirina wan hat kirin. 


 

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye