Li gor Rûdawê îro demjimêr 11:00ê îşev (05-08-2018), li gundê Kanî Qirjale depoyekî çek û teqemeniyan teqiye.
Rêveberê Berevaniya Şaristanî ya Hewlêrê Şivan Ebdulqadir ragihand, ku piştî teqînê agir derketiye û agir jî ji aliyê tîmên wan ve hatiye kontrolkirin.
Şivan Ebdulqadir da zanîn, ku di bûyerê de ti ziyaneke canî nebûye û herwiha got ku heta niha jî sedema teqînê nehatiye zanîn.
Li gorî zanyariyan ew embar a Hêzên Pîştevanî ya Yek a Pêşmerge ye.
Gundê Kanî Qirjale 10 kîlometre li rojavayê bajarê Hewlêrê ye.