Li Hewlêrê restorantên menûya wan Kurdî nebe tên girtin

.

 

Tîmên ser bi Qaymeqamiya Hewlêrê ve ji bo kontrolkirina nirx û paqijiyê serdana xwaringehên bajêr kirin. Qaymeqamiya Hewlêrê jî ragihand, her xwaringehek pabendî rênimayiyan nebe û lîsteya xwarinên xwe bi Kurdî pêşkêş neke dê bê girtin.

Ji çend roj beriya niha ve komîteyên ser bi Qaymeqamiya Hewlêrê ve kempîneke berfireh ji bo kontrolkirina kafe û xwaringehên sînorê qezayê dane destpêkirin û paqijî û nirxên xwarinan û herwiha lîsteya xwarinên restorantan kontrol dikin.

Nebez Ebdulhemîd, Qaymeqamê Hewlêrê derbarê vê yekê de ji Rûdawê re ragihand, “armanca me ev e dema xelk serdana xwaringehan dikin, hem xwarineke paqij bixwin û hem ji nirx û kalîteya xwarinan razî bin, lewma berdewam komîteyên me çavdêriya xwaringeh û kafeyan dikin.”

Qaymeqamê Hewlêrê herwiha diyar kir, pêwîst e lîsteyên xwarinê yên hemû kafe û xwaringehan bi zimanê Kurdî hebe û navê xwarinan bi Kurdî di lîsteyan de bên nivîsandin û tekez kir “Parastina zimanê Kurdî ji bo me pir girign e, lewma em hemû restorantan pabend dikin bi wê yekê ku zimanê Kurdî di lîsteya xwarinên wan de hebe, û eger her restorantek pabendî vê biryarê nebe, dê piştî agahdarkirinê bê girtin.”

Bi gotina Nebez Ebdulhemîd, heftane çend cih û xwaringeh ji ber pabendnebûna bi rênimayiyan tên girtin. Wî diyar kir, “Heftiya bihorî jî 10 xwaringeh û kafe ji ber pabendbûna bi paqijiyê, nebûna lîsteya xwarinan bi zimanê Kurdî, nebûna rêpêdana fermî û hin sedemên din hatin girtin.”

Qaymeqamê Hewlêrê tekez dike, ew li gor qanûnê tevdigerin û ew xwaringeh û kafeyên ku pabendî biryar û rênimayiyan nabin, ji bilî girtinê dê bi cezayên darayî jî bêne sizadan.

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye