Li Hewlêrê merasimek bo bibîranîna dost û “dayîka kurdan” hat lidarxistin

Li bajarê Hewlêrê, merasimek bo bibîranîna dost û “dayka kurdan” Danielle Mitterrand hat lidarxistin.

Navenda Nûçeyan- Sibê (22 Mijdarê) heştemîn salvegera wefata dosta kurd û hevjîna serokê berê yê Fransa François Mitterand, Danielle Mitterrand e.

Danielle Mitterrand dosta kurdan bû û ji ber alîkarî û piştevanîya kurdan wek “dayka kurdan” tê naskirin.

Bi helkefta salvegera wefata wê jina hêja û bibîranîna wê, îro li Hewlêrê merasimek hat lidarxistin.

Di merasimê de, ku ji alîyê dezgeha “Reg” ve hatibû organîzekirin, konsolê Fransa li Herêma Kurdistanê, parêzgarê Hewlêrê Firset Sofî, komek parlementerê, nivîskar û rewşenbîr beşdar bûn.

Serokê yekitîya parlementerên Kurdistanê, Cemal Qasim di merasimê de axivî û got, gelek dost û xemxorên kurdan hene û hebûne. Yek ji wan jî xanima hêja Danielle Mitterrand bû. Ew xanima hêja pir di xema kurdan de bû û di warê navdewletîkirina doza kurd de rolek aktîf lîst.

Qasim Cemal her wiha got, Danielle Mitterrand bi alîkarîya hevjînê xwe François Mitterrand, ku wê demê serokê Fransa bû, karîn civaka navdewletî razî bikin ku navçeya dijîfirrînê li ser Herêma Kurdistanê ava bikin. Ji ber wê jî em hurmeta keda wê digirin û bi qedirxanî wê bibîr tînin.

Piştî merasima bibîranîna Danielle Mitterrand, panêlek jî li ser rola Fransa di alîkarîkirina Kurdistanê de hat lidarxistin.

Danielle Mitterrand sala 1924 li Parîsê ji dayîk bibû. 22 Mijdara 2011 jî wefat kir.

Çavkanî: Basnews

 

Siyaset Haberleri

Sûriyeyê bangî Tirkiyeyê kir: Piştgiriyê nede terorîzmê
RAPOR: Sûriye yek ji 10 welatên herî birçî yên cîhanê ye
Kurd-Kavî ra serrgêra 1938î de Dêrsim de panel
Îsraîlê êrişî Îranê kir
Helîkoptera leşkerî ket û serokerkanê welat jiyana xwe ji dest da