Li Hewlêrê di çadirên koçberan de şewat derket

.

Li Hewlêrê di çadirên koçberan de ku nêzîkî navçeya pîşesaziya navçeya Daretûyê ye şewat derket.

Rêveberê şaredariya Daretû Ciwan Omer ragihandiye ku şewat li demjimêr 12:00 nêzîkî navçeya pîşesaziya Daretû çêbûye ku 11 malbatên koçber di bin çadiran de diman.

Hat diyarkirin ku sedemê şewatê temasa elektrîkê ye ku ji ber germa zêde ew şewat derketiye.

Di encama şewatê de tenê ziyanên madî çêbûne û ti ziyaneke canî çênebûye.

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye