Li Hewlêrê 2 endamên PDK-Î rastî êrîşa terorî hatin!

Nûnerê Partî Dîmokratî Kurdistan-Îran ê Hewlêrê Mihemed Salih Qadirî li ser tora civakî ragihand roja 1ê Adarê saet dora 16.00an, li Hewlêrê 2 endamên PDK-Îyê rastî kiryareke terorîstî ya rejîma Îranê hatin.

Mihemed Salih Qadirî ragihand; Selah Rehmanî û kurê wî Sebah Rehmanî, li ber deriyê mala xwe li nahiya Bineslawa ya girêdayî Hewlêrê, bi sedema teqîna bombeyekê ku li otomobîla wan de hatibû bicihkirin, bi tundî birîndar bûn.

Qadirî got, 'Lêkolîna dezgehên asayiş û dijî terora Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo peydakirina tawanbarên vê terorê berdewam e.'

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin