Li Hewlêrê 13mîn Pêşangeha Pirtûkan a Navdewletî vebû

Îro 10ê Cotmehê, 13mîn Pêşangeha Pirtûkan a Navdewletî ya Hewlêrê, ji aliyê Serok Mesûd Barzanî ve hat vekirin. Pêşangeh heya 20ê mehê dê berdewam bike

Pêşangeha Pirtûkan a Navdewletî ya Hewlêrê , ji îro 10ê mehê ve û heya 20ê vê mehê wê berdewam be û nêzîkî 35 welat bi riya 250 dezgehên çapkirin û weşanê têde beşdar dibin.

Beşek ji wan dezgehên weşanê, ji welatên dûr hatine û didin xuyakirin, ku wan ezmûnek li gel xwendevanên Kurdistanê peyda kiriye.

Di pêşangeha îsal de zêdetirî 700 hezar pirtûk ji aliyê zêdetirî 250 dezgehên çapê ve ji 35 welatên cîhanê, hatine nîşandan.

ÇAND & HUNER Haberleri

Ji zimanzanan xebateke bêhempa: Rêbera Rastnivîsê
Chalak Events kargeha 'Sêva Mêxekrêj' li dar xist
Hefsar
Li Amedê Încîleke kevnar hat dîtin
Romaneke Nû ya Mehmed Dehsiwar: Çepera Giran (Şerê Merdan û "Nemerdan")