Li Hesekê teqîneka xwekujî...kuştî û birîndar gelek in

Serokatiya Herêma Kurdistanê û PAKê êrîşê bi tundî şermezar kirin

Di encama teqîneka xwekujî de, li taxa Salihiyê li bajarê Hesekê yê Kurdistana Rojava, herî kêm 16 kesan jiyana xwe ji dest da û bi dehan kesên din brîndar bûn, birînên beşekî ji wan giran in.


Vê êrîşa dirinde, êvara sêşemê (05.07.2016) li dora demjimêr 19:45 li pêşiya firina nan bi navê "Sala" li taxa navbûrî rû da.
Xwekuj bi motorsiklêtekî gihiştiye nêzêkî cihê bûyerê, bi piyan hatiye nav welatiyên ku li pêşiya firinê kombûbûn û piştre xwe di nav wan de teqandiye.

Heta niha, rêveberiya bi ser PYD ve, ti daxuyaniyeka fermî li ser vê bûyera diltezîne ne daye.

Li gor hinek jêderên herêmî hijmara qurbaniyên teqînê 25 kes in û ya birîndaran bêhtir ji 50 kesî ne, di nav wan de jin û zarok jî hene.


Serokatiya Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de bi tundî teqîna Hesekê şermezar kir û amadebûna Herêmê jibo pêşkêşkirina hemû cure alîkariyên pêwîst diyar kir.

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAK(Partîya Azadîya Kurdistanê) bi daxuyaniye vê êrîşê bi tundî şermezar kir û ji malbatên şehîdan re sersaxî û ji birînadaran re jî şîfa xwest.

Bajarê Hesekê yê Kurdistana Rojava ji aliyê rejîmê û rêveberiya bi ser PYD ve bi şêweyekî hevbeş tê birêvebirin.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin