Li Hesekê teqîn: Kuştî û birîndar hene

Li navenda bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê teqînek çêbû û di encamê de li gor agahiyên destpêkê kesek hatiye kuştin û çend welatiyên sivîl jî birîndar bûne.

Hate ragihand, ku teqîn li nêzîkî navendeke hêzên Sotoro li bajarê Hesekê çê bûye.

 

Li gor agahiyên destpêkê, ew teqîn bi rêya motorsêkileke bombekirî hatiye encamdan û di encamê de kesek hatiye kuştin, ku heya niha nasnameya wî nayê zanîn û çend welatiyên sivîl jî, birîndar bûne.

 

Otomobîlên hawarçûnê jî, birîndar bo çend nexweşxaneyên bajarê Hesekê veguhastin û bi tenê li nexweşxaneya Hikmê 3 birîndar hene ku rewşa wan metirsîdar e.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin