Li Hesekê di teqînekê de kesek hat kuştin

.

Li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê di encama teqînekê rû da. 

Li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê di encama teqînekê de kesek hat kuştin û du kesên din jî birîndar bûn.

Peyamnêrê K24ê da zanîn, îro danê sibê motorsîkleke bombekirî li nêzîkî rêbenda Xezil ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayiş) li rojhilatê Hesekê teqiya.

Li gor zanyariyên peyamnêrê me, di encamê de kesekî sivîl hate kuştin û 2 sivîl jî birîndar bûn, yek ji wan zarok e.

Peyamnêrê me destnîşan kir jî, Hêzên Ewlekariya Hundirîn cihê teqînê dorpêç kir û dest bi lêkolînê kir.

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye