Li Hesekê 4 zarokên ji nav hêzên leşkerî hatin vegerandin

.

 Ofîsa Parastina Zarokan li Hesekê, 4 zarokên din ku tevlî hêzên leşkerî bibûn li xwediyên wan vegerandin.

Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) 3 zarokên din radestî Ofîsa Parastina Zarokan kirin û wan jî ew dane malbatên wan.

Hevseroka Ofîsa Parastina Zarokan li Hesekê Merwe Ebdula got, ku her 4 zarok ji nav Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) hatin vegerandin û temenên wan jî derdora 14 salan bûne.

Heta niha ofîsa Parastina Zarokan 92 zarok li navçeyên Rêveberiya Xweser li malbatên wan vegerandine.

Piştî rêkeftina Fermandeyê Giştî yê HSDÊ Mazlûm Kobanî li gel Neteweyên Yekbûyî, Ofîsa Parastina Zarokan ji aliyê Rêveberiya Xweser ve hate avakirin, û armanca wê ofîsê, her zarokek tevlî hêzên leşkerî bibe, bi rêya hemahengiyê li gel HSD wan vedigerînin.

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye