Li Herêma Kurdistanê proseya xwendinê li tevahiya dibistanan hat rawestandin

.

 Li Herêma Kurdistanê, ji îro pê ve proseya xwendinê li tevahiya dibistan û peymangehên ser bi Wezareta Perwerdeyê ve tê rawestandin û tenê bi rêya online berdewam dibe.

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Cotyar Adil, roja Yekşemê 11ê Nîsanê piştî civîna Komîteya Bilind a Rûbirûbûna Koronayê ya Herêma Kurdistanê, di konferanseke rojnamevanî de diyar kir, di civîna Komîteya Bilind a Rûbirûbûna Koronayê de, derbarê proseya xwendinê li dibistan û peymangehên Wezareta Perwerdeyê de biryar hate dan û li gor biryarê, “xwendin li tevahiya dibistan û peymangehên ser bi vê wezaretê ve (hem hikûmî û hem yên nehikûmî) tê rawestandin û dê tenê bi rêya online berdewam be.”

Herwiha Adil da zanîn: “Xwendin li zanîngeh û peymangehên ser bi Wezareta Xwendina Bilind, dê weke berê bi awayê sîstema awête berdewam be û waneyên praktîk li kampên zanîngehan bên encamdan.”

Cotyar Adil di daxuyaniyê de destnîşan kiriye, ku karkirina fermangehên Hikûmeta Herêma Kurdistanê di rojên Pêncşemê de tên asayîkirin û di vê hefteyê de tên cîbicîkirin.

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê eşkere kir, ew biryarana di roja 12ê Nîsana 2021 de dikevin warê cîbicîkirinê.

Cotyar Adil daxwaz ji hemwelatiyên Herêma Kurdistanê jî kir, ku pabendî biryar û rênimayên tendirustiyê bin û maskeyan bikar bînin.

Kurdistan Haberleri

Cezayê sêdaredanê bo Wesîm Esed hat derxistin
Zêrkerên Amedê li hemberî êriş û diziyan rabûn ser pêyan
PWK: Em êrîşa terorî ya li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar dikin
Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin