Li Herêma Kurdistanê projeyeke mezin a xeta trênê dest pê dike

.

Wezîrê Avakirin û Niştecîkirinê Dana Ebdulkerîm bi merasîmekê, ji bo amadekirina xeta trênê, vexwendnameya sê kompaniyên mezin ên cîhanê îmze kir.

Dana Ebdulkerîm îro 2yê Adarê di civîneke rojnamevanî de ragihand: “Em ji bo vexwendina wan kompaniyên ku ji bo qonaxa destpêkê ya projeya xeta hesinî ya Herêma Kurdistanê hatine diyarkirin, amade ne.”

Ebdulkerîm destnîşan kir; projeya xeta trênê ji bo Herêma Kurdistanê projeyeke girîng e, ji ber ku ev xet di warê veguhsetinê û hatûçûna welatiyan di navbera bajar û navçeyên cuda de û di veguhestina danûstandinên bazirganî de, Herêmê dibe qonaxeke nû.

Wezîrê Avakirin û Niştecîkirinê Dana Ebdulkerîm da zanîn: “Ev her sê kompanî, di vî warî de pêşeng in û ji du kompaniyên Îspanî û kompaniyeke Almanî pêk tên. Em hêvî dikin, ew dema ku ji bo me diyar kirine û ew bingeha endezyariyê ku ji wan hatiye xwestin û nirxandina buhayê aborî yê projeyê temam bikin.”

Dana Ebdulkerîm spasiya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî kir ku bi awayekî berdewam piştgiriya vê projeyê dike.

Biryare projeya xeta trênê li seranserê Herêma Kurdistanê were bicihkirin û di dema kabîneya nehem a hikûmeta Kurdistanê de were temamkirin.

Kurdistan Haberleri

Amerîkayê piştgiriya xwe ya peymanên bi Herêma Kurdistanê re dupat kir
Wezîrê Navxwe yê Amerîkayê: Herêma Kurdistanê hevpeymaneke binirx e
Mesrûr Barzanî: Federalîzm li Iraqê baş nehatiye cîbicîkirin; Kurdên Sûriyê divê ji bo mafên xwe yekgirtî bin
PWK beşdarî çalakiya “Pêşbirka Xwendina Helbestên Kurdî” bû!
Serokê Giştî yê PWKyê Mustafa Ozçelîk Li Amedê Seredana DÎTAMê Kir