Li Herêma Kurdistanê hilmeta derzîkirina li dijî vîrûsa Koronayê destpê kir

.

Li Herêma Kurdistanê, îro hilmeta derzîkirina li dijî vîrûsa Koronayê destpê kir û bijîşk û karmendên tendirustiyê di destpêkê de derziyê werdigrin.

Derziya vîrusa Koronayê moleta bikaranînê wergirt û hilmeta derziyê bi karmendên tenduristiya Hewlêrê ve destpê kir.

Bi amadebûna Wezîrê Tenduristiyê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Parêzgerê Hewlêrê ve, îro 04.03.2021ê hilmeta derziyê ya karmendên tenduristiya Hewlêrê ya li dijî vîrusa Koronayê destpê kir û yekem kesê derzî lê hate dayîn karmendekî tenduristiyê yê bi navê Goran Osman Bayiz bû li binkeyê tenduristiyê yê Şemamk a Hewlêrê, ku di beşa çavdêriya hûr li nexwaşxaneya Rojava ya ji bo çareseriya pêketina vîrusa Koronayê kar dike û yekem derzî wî wergirt.

Karmendê Tendirustiyê Goran Osman Bayiz ku yekem kesê vaksîn wergirt da zanîn: “Hest bi xweşiyê dikim ku ez yekem kesê derziyê werdigre me. Ez dixwazim her Kurdek biçe û derziyê werbigre. Bi hêviya ku em ji vê nexweşiyê xelas bibin.”

Karwanê yekem a derziya Sinopharm a Çînî, pêr 2ê Adarê gihîşt Herêma Kurdistanê, ku ji 5 hezar derziyan pêk dihat. Ew derzî li ser binkeyên tendirustiyê yên Parêzgehan hatin belavkirin.

Wezîrê Tendirustiyê Dr. Saman Berzincî diyar kir, di qonaxa yekem de, lêdana derziyê li 8 navendan destpê dike.

Herwiha Konsolê Çînê li Hewlêrê di derbarê wê de ragihandibû, ew ê bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê re, ji bo dabînkirina derziyê berdewam bin.
 

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye