Li Herêma Kurdistanê di nava rojekê de 5 kes di nav avê de xeniqîn

.

 Li Herêma Kurdistanê, di nava rojekê de li cihên cuda, 5 kesên temenê wan di nevbera 18 û 32 salî de bûn di nav avê de xeniqîn û 2 ji wan du kes, birayên hev bûn.

Rêveberê Berevaniya Şaristanî ya Koye Goran Ehmed diyar kir: “Du bira li Zêya Biçûk a li deşta Koye, di dema soberiyê de ji ber ku baş nizanibûne soberiyê bikin, di nav avê de xeniqîne.”

Goran Ehmed da zanîn, navên her du birayan Ehmed û Mihemed e û temenên wan 18 salî û 20 salî ye û nişteciyên taxa Kanî Kurde ya nahiya Aştî ya navçeya Koye ne, tîmên rizgarkirinê yên Berevaniya Şaristanî ya Koye li termên her du birayan digerin.

Herwiha Berpirsê Ragihandinê yê Berevaniya Şaristanî ya Soranê Beyar Mihyedîn jî destnîşan kiriye; do êvarî geştyarek li rûbarê Xelan Biyaw ê li sînorê Xelîfan, bi navê Rewend Necat (32 salî) yê nişteciyê Hewlêrê, di dema avjeniyê de xeniqî.

Beyar Mihyedîn eşkere kiriye, xortekî din jî, bi navê Merwan Salih Dîwane yê nişteciyê bajarokê Xelîfan,ligel hevalên xwe çûne devera Barzan û li rûbarê Çame xeniqiye.

Herwiha do xortekî 18 salî yê bi navê Birwa Loqman, li sînorê navçeya Xebat, li ava Zêya Mezin xeniqî. Li gor zanyariyan, ew xort nişteciyê nahiya Rizgarî ya ser bi navçeya Xebatê ye.

Kurdistan Haberleri

Îranê ji Interpolê xwest ku 60 serkirdeyên ji Rojhilatê Kurdistanê radest bikin
Zîrek Kemal: Divê parlamen bê çalakkirin û kabîneya nû bê avakirin
Li Îraqê operasyona gendeliyê didome, 14 parlamenter hatin desteserkirin
Şoriş Îsmaîl: Ji sedî 95ê reformên Wezareta Pêşmergeyan qediyan
PWK Şaxa Batmanê di salvegera 101emîn de Şêx Seîd û hevalên wî bibîranîn