Li Herêma Kurdistanê dengdayîn îro bi rê ve diçe

Li Kurdistanê ji bo hilbijartina parlamentoyê ya pêncemîn gelê Kurdistanê diçe ser sandoqan. Vê sibehê seet li 08:00an dengdayînê dest pê kir û heta 18:00an wê dewam bike.

3 mîlyon û 85 hezar welatiyên Kurdistanê wê li 99 navendan dengên xwe bidin. Di parlamentoya Kurdistanê de 111 kursiyên parlamenteran hene û ji van jî divê %30 pîrek bin. 201 namzetên pîrek jî di vê hilbijartinê de ji bo parlamenteriyê tekoşînê dikin.

Di parlamentoya Kurdistanê de 11 kursiyên kêmnetewan jî hene. Ji van kursiyan 5 Turkmen, 5 Asûrî-Suryanî-Keldanî û yek jî Ermenî ye.

Di hilbijartina parlamentoyê ya sala 2013an de PDK 38, Goran 24, YNKê 18, Yekgirtûyê 10, Komeleya Îslamê 6, PDSKê 1, Bizatnewa 1, Partiya Komunîst aKurdistanê 1 û kêmnetewan jî 11 parlamenter derxistibûn.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin