Li Herêma Kurdistanê amarên dawiyê yên vîrusa koronayê hat aşkera kirin

Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê şeva bûrî daxuyaniyeke taybet bi amarên vîrusa Korona belav kir.

Navenda Nûçeyan - Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê şeva bûrî daxuyaniyeke taybet bi amarên vîrusa Korona belav kir.

Amarên taybet ên nexweşiya Korona li Herêma Kurdistanê bi vî awayî ne:

1- Karantîna

Hejmara welatiyên hatine karantîna kirin (11117) kes li (30) cihên cuda bûn. Niha tenê (870) kes di karantînayê de mane, (415) kes li Hewlêrê, (125) kes li Silêmaniyê, (330) li Duhokê. Herwiha (10247) welatî jî piştî mana du hefteyan ji karantînayê derketine û vegeryane malên xwe. Herwiha (159) kesên din jî di 24 demjimêrên borî de hatine kerentîna kirin.

2- Test

Di 24 demjimêrên borî de (1010) test hatin kirin, (440) li Hewlêrê, (311) li Silêmaniyê, (209) li Duhokê, (2) li Soran. Encam de (18) pêketiyên nû hatin tomarkirin.

Parêzgeha Hewlêrê: (15) kes encamên wan pozîtîf bûn: du jin (45) (35) salî, çar keç temenê wan (22), (15), (11), (9) salî. Pênç zilam temenê wan (53), (42), (42), (29) salî û çar kurên temen (25), (22), (14) û (6) salî bûn.

Parêzgeha Silêmaniyê: (3) kes encamên wan pozîtîf bûn: Du jinên (45) û (22) salî û zilamekî temen (29) salî bûn.

3- Amerên Giştî

Bi giştî hejmara pêketiyên vîrusa Korona li Herêma Kurdistanê (442) kes in, ji wan (5) kes mirinê û (383) kes jî bi temamî baş bûne û niha tenê (54) nexweş di bin çavdêriya tenduristiyê de ne.

 

Li Ormiyê 196 kes bi Koronayê mirine

Ji alîyê din parêzgeha Ormiyê ya Rojhilatê Kurdistanê 196 kes bi vîrusa Koronayê mirine.

Serokê zankoya nojdarî ya bajarê Ormiyê, dr. Cevad Axazade ragihandiye, li seranserî parêzgeha Ormiyê 4 hezar û 86 kes bi Koronayê ketine ku 2 hezar û 859 kes baş bûne.

Dr. Axazade her wiha gotiye, heta niha li 196 kes li Ormiyê bi Koronayê mirine û rewşa 245 nexweşan jî baş nîne.

Serokê zankoya nojdarî ya Ormiyê bang li welatiyan kiriye, şîretên tenduristiyê bicîh bînin, ji ber ku metirsiya Koronayê hêşta cidî ye.

 

Siyaset Haberleri

Bafil Talebanî: Serkeftina Zaxoyê dîrokî ye
Gelo Amerîka dê sîstema parastinê bide Herêma Kurdistanê?
Nîroz Horî: Ez dê bi hunera xwe alîkariya zarokên otîstîk ên Rojavayê Kurdistanê bikim
Ronya Osman: Min xwest ez rastiya Fermana 74an ji Almanan re vebêjim
Elî Ebûd: Çareserî di sîstema federal de ye