Li Herêma Kurdistanê 9 bendavên stratejîk ên mezin têne çêkirin

.

Li Herêma Kurdistanê, 9 bendavên stratejîk ên mezin dê bêne çêkirin.

Wezareta Çandinî û Çavkaniyên Avê ya Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyekê diyar kir, di kombûna Wezarata Plandanîn û Wezareta Çandinî û Çavkaniyên Avê de û nûnerê Serokatiya Dîwana Encûmena Wezîran de avakirina bendavên stratejîk û projeyên mezin ên avdaniyê li Herêma Kurdistanê hate gotûbêjkirin.

Li gor daxuyaniyê, di civînê de biryar hatiye dayîn ku deriyên Wezareta Çandinî û Çavkaniyên Avê vekiriye ji kompaniyên ku dixwazin projeyên xwe yên di vî warî de pêşkêşî wezaretê bikin bi mebesta avakirina bendavan.

Herwiha hat eşkerekirin, ev pêngav di çarçoveya kempînekê de ye ku Wezareta Çandinî û Çavkaniyên Avê bi hemahengî li gel wezaretên din weke pilanek bo rûbirûbûna ziwabûnê li Herêma Kurdistanê daye destpêkirin.


 

Kurdistan Haberleri

Cezayê sêdaredanê bo Wesîm Esed hat derxistin
Zêrkerên Amedê li hemberî êriş û diziyan rabûn ser pêyan
PWK: Em êrîşa terorî ya li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar dikin
Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin