Li Herêma Kurdistanê 25 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dan

.

Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 1823 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 25 kesan canê xwe ji dest dane.

Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniya xwe de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 1823 kes bi vîrûsa koronayê ketine, ji wan 431 kes li Hewlêrê, 702 kes li Silêmaniyê, 528 kes li Duhokê, 35 kes li Helebceyê, 73 kes li Germiyanê û 54 kes li Raperînê ne.

Herwiha ragihand ku di nav 24 demjimêran de 25 kesan jiyana xwe ji dest dane, ji wan 7 kes li Hewlêrê, 5 kes li Silêmaniyê, 8 kes li Duhokê, 1 kes li Helebceyê, 2 kes li Germiyanê û 2 kes li Raperînê ne.

Li ser hejmara nexweşên baş bûne, hat eşkerekirin ku di 24 demjimêran de 2235 kes ji vê nexweşiyê baş bûne.

Amarên giştî:

Pêketin: 275134

Mirin: 5144

Başbûn: 223546

Wezareta Tendirustiyê, ji bilî ku destxweşiyê li karmendên tendirustiyê û hemû tîmên bijîşkî yên li ser kar in dike, careke din ji welatiyan daxwaz dike, pabendî rênimayên tendirustiyê bibin û ji cihê qerebalix dûr bikevin û mask û lepikan bikar bînin. Herwiha gava hewce bû telefonî hejmara 122ê bikin ku xeta yekser a ji bo Covid-19ê ye.

Kurdistan Haberleri

Mustafa Ozçelîk: Xelata ‘Alîgirê Herî Baş’, li alîgirên tîma Zaxoyê û li hemû kurdên cîhanê pîroz be
Kurdan dest da hev û Zaxo li cîhanê bû yekem
Trump: Hîn jî baweriya min bi Ehmed Şer heye
Serok Barzanî bi şandeyeke Partiya Komunîst a Çînê re civiya
Bernard Henri Levy: Dewleta Kurdî tekane kilîta aramiya Rojhilata Navîn e