Li Herêma Kurdistanê 22 kesên din bi Koronayê canê xwe ji dest dan

.

Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 1869 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine. 

Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 1869 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 22 kesan canê xwe ji dest dane.

Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniya xwe de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 1869 kes bi vîrûsa koronayê ketine, ku ji wan 502 kes li Hewlêrê, 787 kes li Silêmaniyê, 423 kes li Duhokê, 54 kes li Helebceyê, 78 kes li Germiyanê û 25 kes li Raperînê ne.

Herwiha ragihand ku di nav 24 demjimêran de 22 kesan jiyana xwe ji dest dane, ku ji wan 5 kes li Hewlêrê, 6 kes li Silêmaniyê, 7 kes li Duhokê, 2 kes li Helebceyê, 1 kes li Germiyanê û 1 kes li Raperînê ye.

Li ser hejmara nexweşên baş bûne, hat eşkerekirin ku di 24 demjimêran de 2351 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne, ku ji wan 370 kes li Hewlêrê, 967 kes li Silêmaniyê, 881 kes li Duhokê, 31 kes li Helebceyê, 55 kes li Germiyanê û 47 kes li Raperînê ne.

Amarên giştî:

Pêketin: 282729

Mirin: 5262

Başbûn: 234621

Wezareta Tendirustiyê, ji bilî ku destxweşiyê li karmendên tendirustiyê û hemû tîmên bijîşkî yên li ser kar in dike, careke din ji welatiyan daxwaz dike, pabendî rênimayên tendirustiyê bibin û ji cihê qerebalix dûr bikevin û mask û lepikan bikar bînin. Herwiha gava hewce bû telefonî hejmara 122ê bikin ku xeta yekser a ji bo Covid-19ê ye.

Kurdistan Haberleri

Cezayê sêdaredanê bo Wesîm Esed hat derxistin
Zêrkerên Amedê li hemberî êriş û diziyan rabûn ser pêyan
PWK: Em êrîşa terorî ya li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar dikin
Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin