Li Herêma Kurdistanê 15 kesên din ji koronayê mirin

.

 Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand ku di 24 demjimêrên borî de 1022 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 15 kes jî pê mirine.

Wezareta Tenduristiyê eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 1022 kes bi vîrûsa koronayê ketine ku 193 kes li Hewlêrê, 282 kes li Silêmaniyê, 491 kes li Duhokê, 15 kes li Helebceyê, 36 kes li Germiyanê û 5 kes jî li Raperînê ne.

Wezaretê diyar kir ku di nav 24 demjimêran de 15 kesan jî can daye û 714 nexweşên koronayê jî li Herêma Kurdistanê baş bûne.

Bi van amarên dawî re li Herêma Kurdistanê hejmara pêketinên koronayê gihîşt 142746 kesan, ya mirinan bû 3911 kes û heta niha 119610 nexweş jî baş bûne.

Kurdistan Haberleri

Cezayê sêdaredanê bo Wesîm Esed hat derxistin
Zêrkerên Amedê li hemberî êriş û diziyan rabûn ser pêyan
PWK: Em êrîşa terorî ya li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar dikin
Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin