Li herêma Kirimê teqîn: 10 kuştî, 50 birîndar

Li herêma Kirimê, ku Ukrayna û Rûsya li ser nakok in, teqînek çê bû û di encamê de 10 kes hatin kuştin.

Komîteya Niştimanî ya Dijî Terorê ya Rûsyayê ragihand, ku li nav Koleja Kerçî ya Herêma Kirimê teqînek çêbûye û di encam de herî kêm 10 kesan canê xwe ji dest dane û 50 kes jî birîndar bûne.

 

Di daxuyaniya Komîtê Niştimanî ya Dijî Terorê ya Rûsyayê de tê gotin, ku ji wan 50 kesanên birîndar, birîna 20 kesan giran e û bo Nexweşxaneya Kerçî hatine veguhestin.

 

Herwiha hat ragihandin, ku derbarê bûyerê de lêpirsîn hatiye destpêkirin.

 

Berdevkê Koşka Kremlînê koşka serokatiya Rûsyayê, Dmitry Peskov jî ragihandiye, derbarê bûyerê de agahî dane Serokê Rûsyayê Vladimir Putin û eger heye ku ew bûyer çalakiyeke terorîstî be. Berdevkê Kremlînê, Dmirty Peskov ragihandiye, dibe ku teqîna îro ya li Kirimê êrişeke terorîstî be

 

Bajarê Kerçî dikeve nav sînorê herêma Kirimê ku niha ser bi Federasyona Rûsyayê ye.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin