Li her çar parçeyên Kurdistanê Newroz bi coş hat pîrozkirin!

.

 Cejna Netewî ya gelê Kurd Newroz li her çar beşên Kurdistanê digel pandemiya koronayê û hin astengiyên li ser beşên nehatine rizgarkirin jî di nav gelê Kurd de bi coş û peroşeke mezin hat pîrozkirin.

Cejna Newrozê li Başûrê Kurdistanê betlaneya fermî ye û îsal ji ber metirsiya belavbûna koronayê ahengên qelebalix nehatin lidarxistin, lê bi awayê sembolîk agirê Newrozê hat vêxistin û bi kombûnên zêde ne qelebalix têvî rêkarên bo vîrusa koronayê Newroz hat pîroz kirin.

Li Bakurê Kurdistanê û bajarên Tirkiyê yên serjimariyeke mezin a Kurd lê dijîn Newroz bi ahengên mezin û girseyî hat pîrozkirin.

Li bajarên bakurê Kurdistanê Amed û Wanê ahengên herî qelebalix di roja 21ê Adarê de hatin lidarxistin û bi coşeke mezin Newroz hat pîrozkirin.

Li seranserê Rojavayê Kurdistanê jî ji xeynî bajarên Efrîn, Serê Kanî û Girê Spî ku hatine dagirkirin, bi beşdariya sed hezaran welatiyan Newroz hat pîrozkirin ku Rêveberiya Xweser û ENKSê ahengên cuda yên pîrozbahiyan li dar xistin.

Herwiha li Rojhilatê Kurdistanê jî kevneşopiya Cejna Newrozê bi pîrozbahiyan tevî hemû astengiyên rejîma Îranê jî hat dewamkirin û Newroz bi ahengên cuda agirê Newrozê hat geşkirin û bi cil û bergên Kurdî hat pîrozkirin.

Li piraniya gund û bajarokên Rojhilatê Kurdistanê yên Bokan, Pîranşar, Seqiz, Bane û gelek cihên din bi hinceta vîrusa koronayê hêzên îranê rê nedan Newroz bê pîrozkirin, lê dîsa jî gel agirê Newrozê vêxist û bi coş pîroz kir.

Kurdistan Haberleri

PWKê li Batmanê Jenosîda Dersîmê (Tertele)Bibîranî
Berdevkê PDKê: Me proseya siyasî ya Iraqê baykot nekiriye
Dema 7 salî bû ket destê DAIŞê û niha vegeriya warê bav û kalên xwe
Piştî şerê zêdetirî du mehan krîza aborî ya Îranê
CENTCOMê dest bi operasyona 'Projeya Azadiyê' li Tengava Hurmizê kir