Li hember baregeha NY ya li Hewlêrê nesaxan xwepêşandanek lidarxist

Îro hejmarek ji komel û rêxistinên taybet bi nesaxiya Talesemi û kêmendam û kure û hin nesaxê din, xwepêşandanek li pêşiya baregahê Neteweyên Yekbûyî (NY) li bajarê Hewlêrê lidar xist.

Di xwepêşandanê de Dilzar Ebdulrehman serokê şaxa Hewlêrê ya Komeleya Nesaxiyê Talesemiyê daxuyaniyek xwend û tê de ragihand,

"Piştî dorpêçên hikûmeta lraqê li ser Herêma Kurdistanê danîn, ji ber nebûna çareserî û derman beşeke nesaxên Talesemiyê canê xwe wenda kirine û ew ên mane jî ji ber nebûna dermanên pêwîst di rewşeke giran de ne."

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin