Li Helebê şerekî dijwar di navbera YPGê û komên çekdar de derket

.

 Li bakurê Helebê, di navbera şervanên YPGê û komên çekdar de, şerekî dijwar derket û di encamê de, ziyaneke mezin gihîşt komên çekdar.

Li gor çavkaniyên xwecihî, Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bi çekên cûr bi cûr êrîşî çend pêgehên komên çekdar ên girêdayî Tirkiyê yên li Mihwerê Izaz-Kefer Xaşir, li bakurê Helebê kirine.

Li gor heman çavkaniyan, zerer û ziyanên mezin gîhane komên çekdar, lewma balafirên Tirkiyê û Dronên wê, di ser herêma Til Rifetê re firiyane, lê tu cih bombebaran nekirine.

Herwiha li aliyekî din, şeva borî komên çekdar ên girêdayî Tirkiyê, gundê Derdare li bakurê Til Temirê topbaran kirin.

Piştî wê topbaranê, şer û pevçûn di navbera komên çekdar û şervanên Encûmena Serbazî ya Til Temirê derketin.

Li gor daxuyaniyeke Encûmena Serbazî ya Til Temirê, di encama şer û pevçûnan de li gundên bakurê Til Temirê, 5 çekdarên girêdayî Tirkiyê birîndar bûn û êrîşa wan koman jî hat têkşikandin.

Kurdistan Haberleri

Cezayê sêdaredanê bo Wesîm Esed hat derxistin
Zêrkerên Amedê li hemberî êriş û diziyan rabûn ser pêyan
PWK: Em êrîşa terorî ya li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar dikin
Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin