Li Hecîna Dêrezorê DAIŞê bîreke petrolê bi dest xist!

îro çekdarên DAIŞê êrîşeke tund kirin ser Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD)ê yên nêzîk gundê Hecîn ê parêzgeha Dêrezorê.

Li gor nûçeya Sky Newsê, çekdarên DAIŞê dest danîne ser bîra nefte ya Subeyhan a derdora gund û warên Dêrezorê.

Ev êrîşa DAIŞê piştî bombebarana balefirên şer ên hevpeymaniya navnetewî ya dijî DAIŞê, li hin binkeyên wan ên li navçeyên Suse û Baxozî ya jorîn a nêzîk sînorê Iraqê pêkhat.

Hat ragehandin ji ber wê bombebarana roja 12.07.2018ê hate kirin, 54 çekdarên wê rêxistina terorîst hatin kuştin.

 
 
 
 

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin