Li Hatayê du erdhejên nû rûdan

.

Li navçeya Defne û navçeya Samandagî yên ser bi bajarê Hatayê yê Tirkiyê bi hêza 6,4 û 5,8 pile erdhejên nû rûdan.

Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez (AFAD) ragihand, îro 20ê Sibata 2023a di demjimêr 20.04 xulekan de erdhejek bi hêza 6.4 pileyê rîxterê navenda navçeya Defeneyê ya Hatayê bû çêbû û li pey wê jî li navçeya Samandagiyê di demjimêr 20.07 xulekan de bi hza 5,8an çêbû.

Erdheja li Defneyê di kûrahiya 7.7 kîlometreyan de çêbûye. Erdhej li beşek zêde ya parêzgehên navçeyê û Bakurê Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê, herwiha li Lubnan, Sûriye, Urdin, Iraq, Filîstîn, Îsraîl û Misirê jî hat hîskirin.

AFADê hişyarî da ku welatî ti car nekevin nav avahiyên xisardîtî û li derdora wan avahiyan nesekinin.

Serokê Şaredariya Samandagiyê Refîk Eryilmaz ragihandiye ku beşek ji avahiyên ku di erdhejên destpêkê de zirareke mezin dîtibûn, hilweşiyane.

Kurdistan Haberleri

Gaveke dîrokî: Pêşmerge bi tememî bûn yek
Mesrûr Barzanî: Em di yekkirina hêzên Pêşmergeyan de bi ser ketin
Serokê PWKê Mustafa Ozçelîk doza Kurdî li Bakur û Rojava dinirxîne
Peyama kak Mistefa Hicrî li derheq êrîşa neheqî bo ser bavê şehîd Jîna Emînî
N. Aso Minberî: Mangirtin, Rapersîyeke Berdewam