Li gundewarên Diyarbekir û Xarpêtê agir bi daristanan ket

.

 Li gundewarên navçeya Pîran a Diyarbekirê û nevçeya Aricak a Xarpêtê yê Bakurê Kurdistanê ku operasyonên leşkerî lê didomin, agir bi daristanan ket. Rayedaran di derbarê şewatê de gotine, "Tiştekî em bikin tuneye." 

Li gundên Pîrejman û Kayaş ên bi ser navçeya Pîrana Diyarbekirê ve û li gundê Nerbiş û Wişkala yên bi ser navçeya Aricak a Xarpêtê ve dikevin sînorên hev û operasyona leşkerî lê didome, şewata daristanan derket. 

Li çavkaniyên herêmî, li Çiyayê Gorse ku li Pîranê ye, 5 roj in operasyona leşkerî didome. 

Gundiyên li herêma şewatê li rayedaran geriyane, lê rayedaran ji wan re gotine, "Tiştekî em bikin tuneye." Hat zanîn ku di şewatê de gelek ajalan can dane û zerarek mezin gîhaye xwezayê.

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye