Li gundê Qurtqulaq yê Efrînê nêzîkî 20 kesan hatine girtin

.

 Li gundê Qurtqulaqê yê herêma Efrînê li Rojavayê Kurdistanê ku di bin kontrola Tirkiyê û grpên çekdar ên wê de ye, ji çend rojan ve nêzîkî 20 kesan hatine girtin û îşkencekirin.

Grûpa Siltan Murad a girêdayî Tirkiyê li nav gundê Qurtqulaqê yê ser bi nahiyeya Şera ya herêma Efrînê welatiyên Kurd digire û îşkence dike. Li nav vî gundî nêzîkî 20 kesan hatine girtin û îşkencekirin.

Di nav girtiyan de, muxtarê gundm Xelîl Arif Minla heye ku rastî îşkeceyeke tund hatiye, û bi giranî birîndar bûye. Xelîl Arif Minla roja înê ligel 9 kesan hatibû girtin, lê roja şemiyê hat azadkirin

Roja yekşemê careke din ligel çend kesan hatiye girtin û rastî îşkeceyeke tund hatiye, bi giranî birîndar e.

Heman çekdarn welatiyê xwedî pêdawîstiyên taybet Ebdulhenan Ebdo jî hatiye girtin û îşkence kirin.dan

Mistefa Şêxo, çalakvanê Efrînî, ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku, vegera Efrîniyan çavên grûpên çekdar teng kirine û binpêkirinên wan zêde kirine.

Çalakvan Mistefa Şêxo got: “Fîrqeya Siltan Murad ji roja ketine Efrînê heta niha binpêkirinên wan hene. Gelek kuştin, revandin û talakirin bi destên wan bûye. Biryar bû binpêkirin li Efrînê bên kêmkirin, lê mixabin her roj binpêkirin encam didin. Bi taybetî piştî vegeran Efrîniyan zêdetir bûne û dixwazin bi tirsê rê li ber vegera Kurdan bigirin.”

Çavkaniyên ku ji nav gund ji Rûdawê re axivî ne, didin zanîn ku çekdarên Fîrqeya Siltan Murad, bi fermandariya Neqîb Ûrabe Idrîs gundiyan digirin û îşkence dikin.

Ûrabe Idrîs, ji gundê el Mûbarekiyê yê li gundewarên başûrê Himsê ye û ji malbata Selîm Idrîs, wezîrê berevaniyê yê opozisyona Sûriyê ye.

Rûdaw

Kurdistan Haberleri

Îranê ji Interpolê xwest ku 60 serkirdeyên ji Rojhilatê Kurdistanê radest bikin
Zîrek Kemal: Divê parlamen bê çalakkirin û kabîneya nû bê avakirin
Li Îraqê operasyona gendeliyê didome, 14 parlamenter hatin desteserkirin
Şoriş Îsmaîl: Ji sedî 95ê reformên Wezareta Pêşmergeyan qediyan
PWK Şaxa Batmanê di salvegera 101emîn de Şêx Seîd û hevalên wî bibîranîn