Li gorî MEB'ê zimanê Amedê tirkiya Bakuyê ye!

.

MEB'ê di pirtûka danasînê ya bi navê "Bajarê Me Amed" de, peyvek jî behsa kurdan û kurdî nekiriye. Tişta balkêş jî zimanê bajêr şibandiye tirkiye Bakuya Azerbêcanê.   

Wezareta Perwerdehiya Neteweyî ya Tirkiyeyê di çarçoveya belgeya "Vîzyona Perwerdehiyê 2023" de pirtûkên danasînê yên bajaran amade kiriye. Di pirtûka bi navê "Bajarê Me Amed" (Şehrimiz Diyarbakır) de jî behsa Amedê hatiye kirin û nivîs ji Midûriyeta Perwerdehiy ya Bajêr re şandiye ku ji hemû dibistanên bajêr, navçe û gundan re bê şandin. 
 
BEHSA KURDAN NEKIRIYE 
 
Pirtûk 2014 rûpel e, lê belê tê de peyvek jî behsa kurdan û kurdî nake. Tew di sernavê "Devoka Amedê û Taybetmendiyên Wê" de, zimanê bajêr şibandiye tirkiya Bakuya Azerbêcanê. Hatiye destnîşankirin ku devoka tirkiya Azerbêcanê û ya bajêr devokeke hevpar e. 
 
‘NEVRUZ’ 
 
Ji xeynî vê di pirtûkê de ji bo Newrozê "Nevruz" hatiye nivîsîn û hatiye diyarkirin ku ev çand û adeteke hîmdar a Asyaya Navîn e û di vê cejnê de hêk li hev tên xistin û xwarin tê belavkirin. 
 
Her wiha di beşa "Xetereyên Bajêr" de jî hatiye diyarkirin ku di warê destavêjiyê de devereke bixetere ye. 

Kurdistan Haberleri

PWKê li Batmanê Jenosîda Dersîmê (Tertele)Bibîranî
Berdevkê PDKê: Me proseya siyasî ya Iraqê baykot nekiriye
Dema 7 salî bû ket destê DAIŞê û niha vegeriya warê bav û kalên xwe
Piştî şerê zêdetirî du mehan krîza aborî ya Îranê
CENTCOMê dest bi operasyona 'Projeya Azadiyê' li Tengava Hurmizê kir