Li girtîgehan zimanê Kurdî dibe hinceta îşkenceyan

Komisyona Zîndanan ya Komeleya Mafê Mirovan ta Tirkiyê da zanîn li Girtîgeha Trabzonê ji ber ku zindanî Kurdî axaftine û di greva birçîbûnê de ne, bi rojan rastî êşkencê tên.

Li gorî Rapora Komeleya Mafê Mirovan, girtiyên li Zindana Tekirdaxê birin e Girtixaneya Trabzonê, rastî kiryarên xerab yên gardiyanan hatine.

Girtiyan dane zanîn: wan her roj tazî dikin û li ber sermayê radigirin. Kesên di çalakiya greva birçîbûnê de ne, rojane rastî êşkencê û lêdanê tên û girtiyek Kurd bi êşkencê kuştin e.

Di heman zîndanê de, her roj wan radizînin ber lêdanê û 7 zîndanî jî, birin e û çi agahî ji wan nîn e.

Ligor Rapora IHDê, dermanên girtiyan nadin wan û girtiyên nexweş jî, nayên dermankirin.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin