Li girtîgeha Ûrmiyê gardiyanan girtiyekî Kurd bi îşkenceyê kuştin

.

Li girtîgeha Ûrmiyê, di encama îşkeceya gardiyan de girtiyekî Kurd hat kuştin.

Li gor malpera mafên mirova ya Hengawê ragihandiye, do bi şev girtiyekî Kurd bi navê Emîr Rizayî di girtîgeha Ûrmiyê de di bin îşkenceya gardiyanan de hat kuştin.

Herwiha agahî didin zanîn, ew girtiyê Kurd ku xelkê bajarê Ûrmiyê bû, pêr ji ber aloziya li nav zîndanê de derbasî hucreya takekesî hatibû kirin û bi tundî hatibû îşkencekirin.

Emîr Rizayî 10 sal berê bi tohmeta bazirganîkirin bi madeyên hişbir hatibû girtin û bi 20 sal zîndan hatibû mehkûmkirin.

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye