Li Girtîgeha Elezîzê pirtûkên Kurdî hatin qedexekirin!

Binpêkirina mafan li girtîgehan jî didome û pirî caran rayedarên girtîgehan mafên girtiyan binpê dikin û yek ji mînakên balkêş li Girtîgeha Elezîzê qewimî.

Zindaniyên li Girtîgeha Elezîzê ji Navenda Komeleya Mafên Mirovan re bi nameyekê, bal kişandin binpêkirinan û gotin rêvebiriya girtîgehê bi hinceta ewlehiyê pirtûkên bi Kurdî nadine wan.

Girtiyan di nameyê de bal kişandin ser van binpêkirinan û wisa gotin; "Pirtûkên me yên helbest, roman û çîrokan ên bi Kurdî nadine me. Bo wergera van pirtûkên Kurdî, heqê wergêrê ji me dixwazin û bi hinceta 'ewlehiya navxweyî' pirtûkên me yên bi Kurdî nadine me. Bi vê sepandinê, bo zimanê Kurdî hesasiyeteke mezin heye. bo sitandina pirtûkan sînora ewlehiyê danîne û digel vê jî nexşeyên dîrokî, nexşeyên sîyasî an jî fizîkî û ferheng û pirtûkên olî û yên muzîkê jî xistine vê sînordarkirinê"  

Li ser vê nameyê İHDê jî serî li Komîsyona Mafên Mirovan a TBMMê û Gerînendetiya Ceza û Girtîgehan a Wezareta Dadê da.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin