Li Girtîgeha Duhokê şer: mirî û birîndar hene

Li girtîgeha çaksazî ya parêzgeha Dihokê (Zirka) şerek di navbera girtiyan de rûda. Li gorî zanyariyan, ji ber şer û aloziya di nav Girtîgeha Çaksazî ya Duhokê 7 kesan canê xwe ji dest da û 12 girtiyan jî birîndar bûne.

Li gorî zanyariyan di destpêkê de di navbera girtiyekî bi navê Saddam û çend girtiyên din de şer derketiye. Paşî bûne du grûb û êrîşî hev kirine.

 

Li aliyekî din hate gotin ku Erebên ji ber pêwendiya wan bi DAIŞê û terorê re hene û li wê zîndanên girtî ne, xwastin êrîşî polîsan bikin û hin deriyên girtîgehê jî şikandin.

Di encama wê êrîşê de pevçûn di navbera wan û polîsan de derket û 7 girtiyan canê xwe jidest dan û hejmarek polîsan jî birîndar bûn.

Herwiha hate zanîn, Rêvebirê Girtîxaneyê jî birîndar bû, lê birînên wî sivik in.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin