Li Girê Spî teqîneke bihêz çêbû

.

Teqîneke mezin li bajarokê Girê Spî yê Rojavayê Kurdistanê, ku niha di bin kontrola hêzên Tirkiyê û komên çekdar ên opozisyona Sûriyê de ye çêbû. Kuştî û birîndar hene.

Li gor agahiyên destpêkê, teqîn li Qada Şaredariyê li navenda bajarokê Girê Spî çêbû û di encamê de kesekî can da, 4 kes jî birîndar bûn.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan (SOHR) ku baregeha wê li Londonê ye, dibêje, di teqîna îro de 3 kes hatine kuştin û herî kêm 7 kes jî birîdnar bûne.

Heta niha nayê zanîn, ku teqîn xwekujî ye yan bi rêya danîna bombekê ve çêbûye û tu aliyan, berpirsyariya teqînê negirtiye ser xwe.

Roja 7ê vê mehê jî, serkirdeyekî Feyleqa Yekem a ser bi Artêşa Niştimanî ya girêdayî Tirkiyê ve, di êrîşeke çekdarî de li nav bajarokê Girê Spî hatibû kuştin.

Girê Spî tevî Serê Kaniyê û bi dehan gundên derdora wan, di êrîşa Cotmeha sala 2019an de, ketiye destê Tirkiyê û komên çekdar.

Kurdistan Haberleri

Cezayê sêdaredanê bo Wesîm Esed hat derxistin
Zêrkerên Amedê li hemberî êriş û diziyan rabûn ser pêyan
PWK: Em êrîşa terorî ya li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar dikin
Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin