Li Geverê wesayîta zirxî li zarokekî da: Zarokê 5 salî canê xwe ji dest da

.

Li navçeya Geverê ya ser bi parêzgeha Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê, wesayîtekî zirxî ya çawişekî pispor, li zarokekî da.

 Li navçeya Geverê ya ser bi parêzgeha Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê, wesayîtekî zirxî ya çawişekî pispor, li zarokekî da û di encamê de zarokê 5 salî canê xwe ji dest da.

Li gor nûçeya malpera Yuksekova Haber, wesayîta zirxî ya çawişê pispor yê Fermandariya Cendirme ya Navçeya Geverê li ser rêya Wanê, li zarokê 5 salî yê bi navê E.A qelibî.

Hat ragihandin, zarokê ku li cihê bûyerê canê xwe ji dest da, rakirine Nexweşxaneya Dewletê ya Geverê.

Li gor agahiyan, Serdozgeriya Komarî ya Geverê derbarê bûyerê de dest bi lêpirsînê kiriye û hat îdiakirin ku çawişê pispor hatiye desteserkirin.

Kurdistan Haberleri

Wezîrê Pêşmergeyan: Pêvajoya yekkirina Pêşmergeyan bi serkeftî qediya
Gaveke dîrokî: Pêşmerge bi tememî bûn yek
Mesrûr Barzanî: Em di yekkirina hêzên Pêşmergeyan de bi ser ketin
Serokê PWKê Mustafa Ozçelîk doza Kurdî li Bakur û Rojava dinirxîne
Peyama kak Mistefa Hicrî li derheq êrîşa neheqî bo ser bavê şehîd Jîna Emînî